Çavkaniyke agehdar a iraqî, raghand ku meqera komeke berxwedana Îslamî ya vî welatî li navça Bûkemalê li sînorê tev Sûriyê ket ber êrişa hêzên emerîkî.
Li gorî rapora IRNA`yê, li gorî raghandina çavkaniyeke agehdar a iraqî ku nexwest navê wê were girtin, li encama êrişa Emerîkayê ku hîn kivş nîne bi balefir an mûşekê cih hatiye,herîkêm 20 kes ji hêzên iraqî ser bi yek ji komên Heşad Şebî yên Iraqê hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên fermî li dewleta Iraqê û her wiha Heşda Şebî hîn li bê barê tiştek negotine û medya iraqî jî li vê barê tiştek neweşandine.
Hevgav yek ji fermandên artêşê li hevalbendiya eskerî alîgirê Beşar Esed serokomarê Sûriyê jî ji Reutersê re got ku balefirên bêfirokevan ên muhtemel emerîkî, meqerên komên iraqî navbera Bûkemal û Tenef û meqerên artêşa Sûriyê bombebaran kirin.