Ayetullah Elî Sîstanî ji merceyên teqîlîdê yên Iraqê çend rojan piştî gotinên mudaxlakeirane yên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê destnîşan kir: Nabe Iraq bibe meqerek bi derbelêxistina li welatên din.
Li gorî rapora IRNA`yê Ayetullah Sîstanî, roja çarşemiyê li hevdîtina xanim Cenîn Henîs Pilasçart nûnerê nû yê sekreterê giştî û serokê taxima gîhandina alîkariyê ya Rêxistina neteweyên Yekbûyî bo Iraqê UNAMI got: Iraq dixweze bi hemî welatên cîran û dewletên din, peywedniyeke baş, hevseng û li gor aşitî û berjewendiyên hevpar û dûr ji mudaxile an binpêkirina hakimiyet û serbixwetiya xwe hebe.
Ayetullah Elî Sîstanî destnîşan kir: Nabe Iraq bibe meqera derbelêxistina li welatên din.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê vê dawiyê raghand: Waşengton ji riya meqera xwe li Eyn Esedê li parêzgeha Enbara Iraqê, Îran û hemî navçê dişopîne.
Piştî gotinên vê dawiyê yên Trump Berhem Salih serokkomar, Adil Ebdulmehdî serokwezîr û Muhemed El-Helbûsî serokê parlemanê, wek berteka li hember bikaranîna axa Iraqê li dijî welatên cîran, li dijî qanûna bingehîn û hakimiyeta neteweyî ya vî welatî dan zanîn.