Seyyid Emar El-Hekîm: Iraqê dê nebe meqerek bo êrişa ser welatên din

Seyyid Emar El-Hekîm serokê Hevalbendiya Avedankirinê ya Iraqê li hevdîtina Dêyvîd Saterfîld, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê di Karûbarên Rojhilata Nêzîk li Bexdayê de ser bêalîbûna Iraqê û serbixwetiya vî welatî li biryardayînê teqez kir.
Li gorî vê raporê, serokê hevalbendiya avedankirinê ya Iraqê û alîkarê wezîrê karên derve yê Emerîkayê li bara rewşa siyasî ya Iraqê û navçê û peywedniyên dualî yên Bexda-Waşengtonê gotûbêj kirin.
Serokê hevalbendiya avedankirinê ya Iraqê bal kişand ser siyaseta hevkariya Iraqê li hember welatên navçê û cîhanê û hewldana cidî bona pêkanîna peywendiyên hevseng li gor berjewendiyên hevpar, ser girîngiya dûrbûna ji aloziyan û xwedûrkirina ji dûhatên wê yên bi talûke û daxwaza gotûbêja giştalî bona çareserkirina pirgirêkên navçê kir.