Seyyîd Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, û Selîm Cibûrî, serokê Meclisa Nûneran a vî welatî, li Bexdayê bi hev re hevdîtin pêk anîn û li ser mijarên curbicur ên wek hilbijartina parlimanê gotûbêj kirin.
Nivîsgeha ragihandinê ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, ragihand: Seyyîd Emar Hekîm li hevdîtina bi Selîm Cibûrî re, alûgorên herî dawîn ên siyasî û asoya hilbijartina pêşber, hilkoland û pêgîrî kir: Divê rikeberiya hilbijartinê ya Iraqê, saxlem û li rewşeka aram û guncav be ta ku welatiyên iraqî bikaribin nûnerên xwe yên li parlimana dahatî, bi başî hilbijêrin.
Seyyîd Emar Hekîm, destnîşan kir: Divê dema mayî ya meclisa nûneran a Iraqê ya niha, bi başî were bikaranîn û em qanûnên girîng danin.
Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, herwiha li ser pêwîstiya hevkariyên di navbera Meclis û dewletê de pêgîrî kir û herwiha got: Ew hevkarî gelek alîkariya serêxwegirtina danîna gelek qanûnan kirine ku meriv dikare balê bikişîne ser qanûna bûcê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)