IraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Emmar Hekîm ji serokatîya Hevpeymanîya Çaksazîyê wêde çû

Serokê Bereya Hikmeya Netewî bi wêdeçûna ji Serokatîya Hevpeymanîya Çaksazîyê, xwest ku kesek dewsa wî wekî serokê wê hevpeymanîyê were bijartinê.

Ligorî rapora Malpera Nûçan a Someryê, Serokê Bereya Hikmeya Netewî Seyîd-Emmar Hekîm hêvî kir ku karîbe di dewra serokatîya li Hevpeymanîya Çaksazî û Avedankirinê de erka xwe bi awayekî herîbaş cih anîbe, got: Ji desteya Rêvebirîyê dixwazim ku ligorî mêkanîzmên rêziknama hevalbendîyê, serokekî jibo Hevpeymanîna Çaksazî û Avedankirinê hilbijêre.

Bereya Hikmeya Netewî Şemîya hefteya buhurî piştî civîna awarte ya polîbyoroya xwe di daxûyanîyekê ragihand ku bijaredeya opozosyona sîyasî ya netewî ya avaker anegorî destûra bingehîn girtîye ber xwe.

Başa dön tuşu