ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Hevpeyivîna taybet a Şemxanî ligel malpera Ehda Hizbullaha Libnanê

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê got: Gelên bindest ên navçeyê mezinahiya pûç û sexte ya Rêjîma Siyonîst têkşikandin.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê, Elî Şemxanî roja sêşemiyê, 19`ê Tîrmeha 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Ehdê ya ser bi Hizbullaha Libnanê tevî ravekirina guhertinên navçeyê û şerê dijî têrorîsmê, got:Inqilaba Islamî ya Îranê destpêka hişiyariya islamî bû ku têda gelê bindest ên navçeyê bi taybet li Filsitîn û Libnanê bi mînakdanîna vê inqilabê û berxwegirtina hîndekariyên îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) karîn zilhêziya derew û pûç a Rêjîma Siyonîst têk bişkênin.

Şemxanî li bara cîgeh û rola hêzênn Hizbullaha Libananê û berxwedanê li şerê dijî çeteyên têriorîst û tekfîrî û parastina ewlehiyê li Libnan û Sûriyê jî got: Berxwedanan Îslamî li Libnanê wek yekem tevgera berxwedanan îslamî û ereebî karî têkçûneke giran li ser Rêjîma Siyonîst çi dema azadkirina başûrê Libnanê di sala 2000`î da û çi jî li şerê 33 rojî di sala 2006`an da bisepîne.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê bi gotina viya ku çalakiyên Hizbullaha Libnanê siya têrorîsma tekfîrî ji ser gelên îslamî dûr kiriye, got: Hizbullahaê roleke xw eya girîng li têkçûna komên têrorîst li Sûriyê û parastina ewlehiya Libnanê hebûye û hezkirîbûna zêde ya wê li cîhana îslamê û welatên ereban Rêjîma Siyonîst û kirêgirtiyên wê hêrs kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu