NûçeIraqRojhilatanavin

Daxwaza Hekîm ji hikûmeta nû ya Iraqê

Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê li hevdîtina tev Mihemed Şiya Sûdanî serokwezîrê Iraqê yê nû pêşhatên siyasî yên welat û navçeyê nirxandin.

Roja Îna borî Mihemed Şiya Sûdanî ku ji bo pêkanîna kabîneya Iraqê hatibû destnîşankirin, bi fermî posta serokwezîriyê ji Mistefa Kazimî wergirt û wek fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê hat destnîşankirin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ISNA`yê, li hevdîtina Seyid Emar Hekîm rêberê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê û Muhemed Şiya Sûdanî riyên bi îstiqrarkirina hewldanên hikûmetê li warê xizmetguzarî û şerê li dijî gendeliyê û vegerandina wê bo nimûneyeke rasteqîn a hikûmeteke neteweyî ya xizmetguzar hatin gotûbêj kirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser giringiya piştevaniya hêzên siyasî ji hikûmetê kirin û çaksazî erkeke hevbeş dan zanîn ku li ser milê hemû aliyan û bi taybet grûpên beşdar di hikûmetê de ye.

Di vê hevdîtinê de, Hekîm li ser giringî dîtina dosyaya rûbirûbûna gendelî û nehiştina her dudiliyê li rûbirûbûna bi hêmanên sereke yên gendeliyê li welat di çarçova yasayî de û piştevanîkirina saziyên çavdêriyê pêgîrî kir.

Emar Hekîm herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e zêdebûna dahatên Iraqê ji bo baştirkirina rewşa aborî û civakî û pircurkirina çavkaniyên dahata hikûmetê were bikaranîn.

Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê daxwaz ji hikûmet û saziyên ewlehiyê kir ku li operasyonên xwe yên serbazî û ewlehiyê li dijî terorîstan berdewam bin û li ser pirosesa bihêzkirina peywendiyên digel welatên cîran û cîhanê li ser esasê prensîba diyarkirî ya berjewendiyên neteweyî û serweriya Iraqê berdewam bibin.

Kabîneya serokwezîrê nû yê Iraqê roja pêncşema borî li Parlemana Iraqê dengê baweriyê bidest xist.

Başa dön tuşu