Li gorî rapora IRIB newsê, li gorî nivîsa rojnama Ray El-Yewmê çapa Londonê, Seyyid Hesen Nesrullah sêşemiyê şevê li hevdîtina bi hin jinên çalak ên Hizbullahê re bal kişand ser hevdîtina Beşar Esed serokkomrê Sûriyê bi Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî re û got: Bi dîtina wêneyê rêberê inqilabê û Beşar Esed hêsir ketin çavê min.
Seyd Hesen Nesrulla her wiha li vê hevdîtinê bal kişand ser boykotên sepandî yên li dijî Hizbullahê û got: Ev kiryara bona xizankirin, birçîxweyîkirin û dorpêça aborî û zexta ser berxwedanê ye.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ser hebûna viyaneke xurt û qahêm bona rawestana li ber komployên dijminan teqez kir.