ErebîstanLubnanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriyeYemen

Seyyîd Hesen Nesrullah Hedefa Rejîma Siûdî ji îsrara ser wêdaçûyîna Beşar Esed ji ser posta serokomariya Sûriyê, parastina berjiwendiyên rejîma Siyonîstî ye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah got: Siûdiyan bi qesd ve êrişî ser merasima tazîdariyê li paytexta Yemenê, Senayê kirin û cinayeta qirkirina xelkê sivîl pêk anîn.

Li gor ragihandina televîziyona Al-Alamê, Hesen Nesrullah şeva çûyî bi minasibeta şeva Aşûraya Huseynî  bal kişand ser êrişên nû yên Erebistana Siûdî li Senayê û got: Balafirên rejîma cinayetkar û desdirêjkar a Siûdî li roja bi ronahî êrişî ser saloneke mezin dikin û bi qesd ve bi sedan kesên sivîl ku beşdarî merasimeke tazîdariyê bibûn şehîd dikin û bi sedan kesan jî birîndar.

Nesrullah anî ziman ku Erebistana Siûdî di hesabên xwe de li êrişa ser Yemenê şaşitiyeke mezin kiriye û got: Rejîma Siûdî dema êriş û desdirêjiya ser Yemenê wer difikirî ku li çend hefteyan çarenivîsa Yemenê diyar dike û bi serkevtin ve şêr bi dawî tîne, lê me dît ku çiqas şaşitî û xeletî kiriye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha bi bîr xist ku eva zêde ji sal û nîvê ye ku Erebistanê êrişên giran li dij gelê Yemenê cih anîne, lê gelê mezlûm ê Yemenê li bêdengiya cîhanê  li ber van êrişên dirindane yên Erebistanê hîn li ber xwe didin.

Nesrullah herwiha li bara krîza Sûriyê got: Hedefa Rejîma Siûdî ji îsrara ser wêdaçûyîna Beşar Esed ji ser posta serokomariya Sûriyê, parastina berjiwendiyên rejîma Siyonîstî ye.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê li dewamê de got ku Amerîka, Erebistan û hin welatên din li navçê de dixebitin ku rêçareya siyasî li bara Sûriyê negihêje encamê.

Di encama êrişa balafirên rejîma Siûdî ya bi qesd ve ser merasimeke tazîdariyê li Senayê bû sedema kuştin û birîndarbûna 900 kesan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu