İslami Davet Kurdi Bange İslami

Seyyid Hesen Nesrullah: Îran welatê herî bi bandor e li navçê

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê seyd Hesen Nesrullah duh êvarê li merasima çil saliya serkevtina Înqilaba Îslamî ya Îranê ya bi navê “Çil Bihar” li Beyrûtê desnîşan kir ku Îran welatê herî bi bandor li navçê ye û got: Îran ji wan çend welatên cîhanê ye ku li biryardayîn û viyana xwe ya neteweyî ser bi xwe ye.

Li gor rapora IRNA, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê seyd Hesen Nesrullah li despêkirina axivtina xwe de silav  ji bo ruhê mezin ê Xêmdarê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî (RE) û ji bo ruhên şehîdan şand û lîsteyek ji deskevtên Înqilaba Îslamî bi bîrxistin û dewrana Înqilaba Îslamî û dewrana hikûmeta şahenşahî bi hev re qiyas kirin.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê got: Hin Rêxistinên Navneteweyî li van salên dawiyê Îran xistine nav rêza 13 welatên bi bandor li Cîhanê û hin rêxistinên din jî Îran xistine nav rêza neh welatên bi bandor ên cîhanê.

Seyd Hesen Nesrullah  Înqilaba Îslamî, Înqilabeke gelanî-nirxdar û îdeolojîk da zanînê û got: Taybetmendiyeke girîng a Înqilaba Îslamî ya Îranê rawestan û berxwedana gelê Îranê da zanîn.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha got ku Îran ji ber serxwebûna xwe û herwiha ji ber piştgiriya ji belengazên cîhanê û mesela Filistînê ketiye ber kîn û dijminatiya Amerîkayê û boykotên wê.

Seyyid Nesrullah herwiha mêhwera berxwedanê mêhwera herî bi hêz li navçê da zanînê û anî ziman ku gelek wext e îmkana şerê Îsraîl û Amerîkayê li dij Îranê ji nav çûye û got: Heke şerek li dijî Îranê biqewme ev welata bi tenê namîne.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha ji welatên paşverû yên erebî xwest ku dest ji dijminatiya bi Îranê re berdin û Îran ji wan ti tiştekî ji bilî yekbûnê naxwaze.

Seyd Hesen Nesrullah Îran welatê herî bi hêz li navçê  û dost birayê welatên cînar  da zanînê û ji welatên erebî xwest ber bi Îranê werin çûnku vî welatî her ji despêkê destê hevaltiyê ber bi wan dirêj kiriye.

Exit mobile version