Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Seyyid Hesen Nesrullah bal kişand ser bêsoziyên Emerîkayê li hember qanûn û rêziknameyên navneteweyî û got: Piştî ev hemî ezmûnên ku bi emerîkiyan re hatine dest, baweriya li berpirsiyarî û sozên vî welatî hîmaqet e.
Li gorî rapora IRNA` yê, Seyyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullahê roja duşemiyê li merasima duwem salvegera şehîd Mustefa Emîn Bedredîn, nasiyar bi seyd Zulfeqar li navça Zahiyê bal kişand ser vê yekê ku nirxên însanî tu cih û şûnek li biryarên Emerîkayê tine û teqez kir: Ji bo Emerîkayê ewilî berjewendiyên vî welatî û piştre berjewendiyên Rejîma Siyonîstî giring e.
Balefirên Rejîma Siyonîstî du salan berî niha li êrişa ser cihê mayîna Mustefa Emîn Bedredîn li nêzîkî balefirgeha Şamê, ev fermandeyê berxwedanê şehîd kirin.
Sekreterê giştî yê Hizbullahê Seyyid Hesen Nesrullah bal kişand ser operasyona vê dawiyê ya artêşa Sûriyê li navça Golana dagirbûyî û got: Tişta ku li Golana dagirbûyî qewimî, yek ji şiklên berteka li hember destdirêjiyên siyonîstan ser Sûriyê ye û peyama vê operasyonê bo Îsraîlê ev e ku nikare bêyî mehkemekirin ji navçê derkeve.
Seyyid Hesen Nesrullah her wiha bal kişand ser plana nasyar bi danûstandina serdemê ku weke rêçareya dewleta Emerîkayê bona kutakirina pirsgirêka Filistînê tê binavkirin û ew weke pirsgirêkeke mezin ad aznîn ku divê hemî cîhan wê erd bike.
Sekreterê giştî yê Hizbullahê Seyyid Hesen Nesrullah teqez kir: Her welatê ku çarenivîsa xwe bi Emerîkayê ve girêde û biryarên xwe ji riya baweriya bi berpirsiyariyên Emerîkayê bide, şaş bûye.
Sekreterê giştî yê Hizbullahê Seyyid Hesen Nesrullah li beşeka din ji gotinên xwe bal kişand ser vê yekê ku gelê Lubnanê û Filistînê divê ji kiryarên dewleta Emerîkayê li navçê ji wan vekirina balyozxana vî welatî li Qudsê dersê werbigirin û destnîşan kir: Emerîka ser qanûn û biryarnemyên navneteweyî nasekine û eva li halekê ye ku ji yên din dixweze ku ser wê bisekinin.