LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyyid Hesen Nesrullah: Operasyona Amerîka û hevpeymanên wî negeheşt armanca xwe

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Seyyid Hesen Nesrulla ragehand Amerîka û hevpeymanên wê li Sûriyê negeheştin ti armanceke xwe.

Seyyid Hesen Nesrullah got, Amerîka û hevpeymanên wê Fransa û Brîtanya bi êrîşên xwe yên mûşekî ve li ser Sûriyeya ku şer û pevçûn lê zêde ne negeheştin ti armancekê.

Seyyid Hesen Nesrullah li Beyrûtê beşdarî bernameyek televîzyonekê bû û got, êrîşa li ser Sûriyê hatiye kirin bi armanca îradeya netewa Sûriyê û hêzên hikûmetê şikandinê hat kirin. Lê ev yek pêknehat, berevajî vê yeke bi biryarbûn û hêza wan a berxwedanê zêdetir kir. ‘’Amerîka û hevpeymanên wê li Sûriyê negeheştin ti armanceke xwe. Êrîş bi armanca menewiyata grubên çekdar ji bo bilind bike hat kirin, lê xeyalên wan jî şikest.’’

Seyyid Nesrullah got: ‘’Leşkerên Amerîkayê baş dizanin li Sûriyê operasyonek bejayî ne tişteke rihet e û ji vê yekê jî direvin.’’

Seyyid Nesrullah got, Amerîka, Brîtanya û Fransayê li hember Sûriyê êrîşa mûşekî destpê kirinê de gelek lez kirin. Ji ber 10 kîlometre li bakûrê rojhilatê Şamê li herêma Dumayê êrîşa kîmyayî me dizanî ku îdîayên bê bingeh in û got: ‘’Berî ku pisporên navnetewî yên çekên kîmyayî biçin herêmê, xwestin vî karî temam bikin.’’(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu