ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xamaneyî: Dewleta Seûdî bila ewlehî û rûmeta hecîyan dabîn bike

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî îro di hevdîtina digel karbidest û kargêrên merasima Hecê yên îranî de pêgirî kir: Dewleta Seûdî erkên giran jibo dabînkirina ewlehîya zîyarkeran bêyî ku derdorê bike cihekî ewlehîyê û parastina rêz û rûmeta hecîyan heye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hezretê ayetullah Xaminêyî di wê hevdîtinê da amajeyî têgehên sîyasî yên pêwîst ên wekî tifaq, berevanîya ji mezlûman û beraeta ji muşrikan di merasima Hecê da kir û pêgirî kir: Tifaq, piştgirîya ji mezlûman ên wekî gelên Filistîn û Yemenê û yan beraeta ji muşrikan, gişk karên sîyasî û anegorî fêrkarîyên dînê Islamê ne, ser vî esasî berûlayên sîyasî yên merasima hecê, hemen erka dînî û ibadet in.

Hezretê ayetullah Xaminêyî pêgirî kir: Li rex karên sîyasî yên dînî, karên sîyasî yên nedînî û şeytanî jî hene, wek wê ku bêjin di merasima hecê da nerazîbûna xwe himberî Amerîkayê nîşan nedin û yan bêzarbûn û beraeta xwe ji muşrikan îlan nekin.

Wî herwiha got: Beraeta ji muşrika ferzeke islamî û karekî pêwîst e lewma em pêkutîyê dikin ku ev yeka her sal bi awayê herîbaş pêk were.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî amajeyî dijminatîya kûr a Amerîkayê û zorbêjên din himberî rastîyên islamî kir û got: Êrişa hovane ya sîyasî, civakî, çandî, aborî û ewlehîyê ya zorbêjên cîhanî ser gelên misilman kûratîya kîn û dijminatîya wan himberî fêrkarîyên islamê nîşan dide.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha got ku rastî û fêrkarîyên Islamê dijî helwest û serederîya zalimane ya zorbêjan in û dîyar kir: Pêbendîya civakên islamî li bingeh û şerîeta Islamê û teslîmnebûna wan himberî zorbêjîyan, sedema serketin, dê bibin sedema pêşketin, mesilhet û rizgarbûna umeta Islamê.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bidestxistina pêşerojeke digel pêşketin û rûmetê jibo misilmanan hewcedarê hewildan, têkoşîn û hevkarîyê zanî û pêgirî kir: Bi kerema Xwedê teala, dijminên hov û dirrinde yên gelê Îranê û umeta islamî wê di dawîyê de neçar bibin ku himberî Islamê xwe bitewînin.

Başa dön tuşu