ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneî: Amadebûna pirrcoş a ciwanên inqilabî li meydana têkoşîna li hemberî zorbêjan, mocizeya inqilaba islamî yê

Hezretê ayetulah Xaminêyî vê sibê li hevdîtina digel bi hezaran kes ji besîcîyên ji seranserî Îranê, amadebûna pirrcoş a ciwanan li warên curbicur nemaze li meydana têkoşîna li hemberî zorbêjan ji moicizeyên inqilaba islamî zanî.

Rêberê giranqedir ê inqilabê ragihand ku ev amadebûn û pişkdarîya coş û geşatîya dewrana inqilabê û berevanîya pîroz bi bîr dixe û pêgirî kir: Dijmin kîna xwe ji her alîyî va dijwar kirîye ta ku berxwedana ku ji hizra inqilabî û islamî çavkanî girtîye, ji nav bibe lê, ciwan û mêrên bawermend û berxwedêr, bi jinavbirina tovê kanserê ango DAIŞ, dijmin tewandin û têgeha “em dikarin“ careka din ji bo her kesî isbat kirin.

Ev gotina rêberê qedirgiran ê inqilabê geşatî û coşa hizrên inqilaba islamî nîşan dide ku li cewhere û pênaseya pergala Komara Islamî misoger bûye û pênaseya rastîn a pergala Komara Islamî ya Îranê nîşan dide.

Bi çavê têorî û nêrînên têkildarî inqilabên serdemê, unsurên inqilabê li çîn û qatên curbicur ên civakî pirranî bi guherîna nifşan kêmreng dibin an diguherin û heta batil dibin û dewsa xwe didin fikrên nû ku bi şînbûna nifşên din û pêşerojê pêk tên. Lê ev nêrîna li bara inqilaba islamî rast dernakeve ango wê nagire ber xwe.

Gelê Îranê nêzî 40 salan tevî zext û zor û kînên curbicur ên istikbar û sîyonîzm û paşverotîyê li navçê ji bo parastina nirxên inqilabî têkoşana xwe pêşde bir û li ber xwe da.

Bûyerên ku di çend salên vê dawîyê li navçê de qewimîn û ser navê gefa DAIŞ`ê bi armanca alozkirina rewşa navçê û kontrolkirina inqilaba islamî û herifandina bereya hişyarîya islamî xwe nîşan dan, belgeya herî zelal û eyan a piştrastkirin û erêkirina vê rastîyê ne.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, moral û hesta Besîcî wek hokera rastîn a jinavbirina DAIŞ`ê zanî ku ev yeka wek rûpeleke zêrîn a din li rûpelên serketinên gelê Îranê zêde bû û got: Dijmin hewl didin bi saya vê koma tekfîrî û neinsan, bûyerekê li dijî bereya berxwedanê saz bikin lê, ciwanên bawermend, bicoş û bimoral derbasî meydana têkoşîna bûn û dijmin tewandin.

Vê hereketa mînaksaz nîşan da ku rêya têkoşîna rastîn li hemberî têrorîsmê, kirrîna bayê çend milyardan çek û rextan û an pêkanîna hevalbendîyên pûç ên welatên rojavayî li navçê nîne. Herçend ku hela jî ev fikra batil di nava hin welatên paşvero yên navçê de heye ku girêdayîbûna bi bîyanîyan ve ji xwe re wek ewlehîyê dizanin.

Wisan ku rêberê qedirgiran ê inqilabê li pişkeke axavtina xwe ya îro bal kişandê, li hin welatên cînar jî bawerî bi şîyana têkbirina DAIŞ`ê tinebû lê dema ew derbasî meydanê bûn, serketin dîtin û peyama inqilaba islamî ango “ em dikarin“ bawer kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu