AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina yek milyon bermîl berhrmên gaza Îranê bo Ewrûpayê

Şîrketa gaza parsa başûrî ya Îranê bo cara yekê barê yek milyon bermîlî ya dilopandinên gazê firot welatên ewrûpî.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Mesûd Hesenî, rêveberê şîrketa gaza parsa başûrî bal kişand ser berhemanîna  zêdetir ji 125 milyon bermîl dilopandinên  gazê li vê navendê ji Nîsanê heya dawiya  Mijdara îsal û got: Beşek ji van berhemana hatine  firotin bo welatên ewrûp.

Hesenî diyar kir: Berhemanîna  dilopandinên  gazê li palîngehên  gaza parsa başûrî ji Nîsanê heya niha  pêka par zêde ji 18 milyon û 200 hezar bermîlî zêde bûye.

Li vê midehê zêde ji 98 milyon bermîl dilopandinên gazê bo welatên asiyayî hatiye firotin.

Welatên curbicure ewrûpî li mehên buhurî elaqeta xwe jibo kirîna  gazê ji Îranê ragihandine.

Huseyn Îsmaîlî rêveberê  giştî yê Ewrûpa, Emerîka û cînarên behra Xezerê li wezareta niftê ya Îranê roaj sêşemiyê ragihand ku  Yewnanistanê ji Îranê daxwaza kirîna gazê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu