NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê li mêhwera bakura rojhilata Suweydayê pêşda diçe

Artêşa Sûrîyê bi pêşdaçûna li mêhwera bakura rojhilata Suweydayê, herêma Mexer Melhê û bilindahîyên Senîmê li Al Kerayê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, hêzên Sûrîyê herwiha tevî pêşdaçûna ji mêhwera rojhilata Suweydayê giheştin çend kîlomêtrîya Xirbe Al Ambaşî û Xirbe Al Hibarîyê.

Artêşa Sûrîyê ji mêhwera Al Zelefê va jî 2 kîlomêtran ber bi devera Al Herbê va pêşda çû û dil heye Al Sefa meqera herî girîng a DAIŞ`ê li çola Suweydayê dorpêç bike.

Çavkanîyekî meydanî jî ragihand ku gellek têrorîstên DAIŞ`ê ji deverên ku artêşa Sûrîyê ber bi devera Al Sefayê daye ber xwe, revîn.

Hêzên sûrî herwiha karîn kontrola hin deverên rojhilat, bakura rojhilat û başûra rojhilata parêzgeha Suweydayê bigirin destê xwe.

Hevgavê vê yekê balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê çeper û meqerên fermandetîya têrorîstên DAIŞ`ê li herêma Qebir Şêx Hisên li rojhilata Xirbe Al Ambaşîyê bidin ber bombeyan ku di encamê de zêde ji 70 têrorîstî hatin kuştinê.

Hin têrorîstên DAIŞ`ê jî dil hebûn xwe bigihînin navendên bicihbûna hêzên artêşa Sûrîyê li derdora Hesin û Kerayê ku hêzên sûrî êrişa wan pûç kirin û gellek ji wan jî kuştin.

Başa dön tuşu