ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: hemî boykotên têkildarî Lihevkirina Navokî hatine betalkirin

Cîgirê karên hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Tevayê boykotên têkildarî Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar hatine betalkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seyd Ebas Iraqçî roja çarşemiyê li civîna “Pêwîstiyên dîplomasiya Komara îslamî ya îranê li warê navneteweyî` li zanîngeha Fêrdosî ya meşhedê / bakurê rojhilata Îranê / got: Hin boykotên ne-navokî li dijî Îranê hemam wisa berdewam in; Lê hemî berbednên ku ji ber mijara navokî li ser riya abora Îranê bûn hatine rakirin.

Iraqçî her wiha got: hemî destkeftên Lihevkirina Navokî ji ber şiyanên navxweyî û neteweyî yên Komara îslamî ya Îranê hatine bidestxistin û li pêvajoya Lihevkirina Navokî tiştek ji dijmionatiya digel Amerîkayê kêîm nebûye.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha amaje bi hêza berevaniyê ya Komara îslamî ya Îranê kir û bi bîr xist: Tevayê çek û mûşekên Îranê li ser esasa şiyan û zanista navxweyî hatine çêkirin û her dijminek ku fikra gefçxwarina li Îranê bike, wê bêhêvî bibe.

Îranê û Koma 5+1`ê (Inglîs, Fransa, Çîn, Amerîka û Almanya), roja 14`ê Tîrmeha sala 2015`an lihevkirinek li ser bernameya navokî ya Têhranê wajo kirn; Ev Lihevkiriname roja 16`ê Çileya 2016`an kete qonaxa cihanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu