FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Berevaniya ji gelê Filistînê wezîfeya olî û însanî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, duh berêvarê li hevdîtina hezaran kesan ji mamoste û endamê desteyên zanistî yên zanîngehan bi pêgîriya ser vê yekê ku berevaniya ji gelê Filistînê wezîfeya olî û însanî ye, bi bîr xist: Hin aliyên ku bi dû Amerîkayê ve diçin ji bo xweşkirina rewşê bona pêşvebirina “Danûstandina Sedsalê” ya Amerîkayê pir dixebitin , lê Amerîka û ew piştgirên wî li vê mijarê jî wê rastî şikestê werin.

Li gor malpera nivîsgeha rêberê mezin ên Înqilaba Îslamî, Hz. ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê de herwiha desnîşan kir ku roja Qudsê ya îsal girîngtir ji ya salên berê ye û got: Hegera vê girîngiya zêde, hewldan û kiryarên Amerîkayê yên xiyanetbar û dûgirên wê ji bo xweşkirina rewşê bona pêşvebirina “Danûstandina Sedsalê” ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, ferq û cudatiya rewşa vê demê ya mesela Filistînê bi ya salên berê di edebiyat û şêwaza axivtinên eşkera ya Amerîka û dûgirên wî ji bo jiholêrakirina mesela Filistînê de da zanîn û got: Lewra meşa Roja Qudsê ku berevaniya ji Filistînê bisaya beşdariya girseyî ya gel e, îsal girîngtir e.

Hz. ayetullah Xamineyî di para din a gotinên xwe de bal kişand ser şantajênmedya biyanî derheq muzakireya bi Amerîkayê re û got:Mebesta wan ji vê yekê ku divê Îran vegere ser maseya muzakireyê, muzakireya bi Amerîkayê re çûnku me bi welatên din re ti pirsgirêkên xwe tine û em bi ewropiyan û yên din re muzakire dikin.

Rêberê Înqilabê di vê çarçovê de got: Amerîkiyan ji bo hedefên xwe stratejiyek û taktîkek hene, stratejiya wan zext û zor e ji bo westandina aliyê hemberî xwe û ji bo kemilandina vê zext û zorê muzakireyê lê zêde dikin da ku bigihêjin hedefa xwe.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir mesela sereke li muzakireyê, diyar kirina mijara muzakireyê yeû got: Em serher tiştekî muzakire nakin û “mijarên namûsî û bingehîn ên Înqilabê” yên wekî “Şiyana Parastina Welêt” nikarin bibin mijara muzakireyê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha disa pêgîrî kir ku Komara Îslamî ya Îranê qet bi Amerîkayê re muzakire nake, hegera wê eva ye ku berî hertiştî ev muzakireya bê feyde ye û ya din eva ye ku ev muzakireya ji me re bi ziyan e.

Hz. ayetullah Xamineyî bal kişand ser zext û zorên Amerîkayê ser Îranê û got: Komara Îslamî ya Îranê li ber van zext û zorên Amerîkayê, amûrên pêwîst ên zext û zorê di ber destên xwe de heye. Ev amûrana terseyê propagandeyên wan leşkerî nînin, lê heke pêwîst bike ev amûra jî tê bikaranînê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî  herwiha pêşketinên zanistî yên Îranê bûne sebeba çêbûna fukaran ji hêzxurtên koloniyalîst û serdestxwaz û got: Lezgîniya pêşketina zanistî îdiayek nîne ku em dikin belkî navendên nirxandina zanistê yên cîhanê vê yekê dibêjinû ev lezgîniya 13 qatan zêde ji ya navîne cîhanê ragihandine û li hin zanistan Îran li rêza jorîn a cîhanê cih girtiye.

Başa dön tuşu