ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Ewropiyan ji paş ve xencer li Peymana Navokî xistin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê anî ziman di navbera pêsparte û wezîfeya ewropiyan li gor Peymana Navokî û ew karên ku niha dikin ji erdê heya esmên cudatî heye û desnîşan kir ku li mijara Peymana Navokî ewropiyan ji paş ve xencer lê xistin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hz. ayetullah Xamineyî duh li roja yekim a sala nû di nav civîna bi coş a ziyaretkir û micêwirên herema paqij ya Hz. îmam Reza (S), îmamê heştan ê şîeyên cîhanê li Meşheda pîroz got: Li  mijara Peymana Navokî ku di navbera Îranê û şeş welatên din hate girêdanê, piştî derketina Amerîkayê ji vê peymanê diviya ku ewropî li hemberî Amerîkayê rabûbûna û bi xwe jî li ser soz û pêsparteyên xwe bisekiniyana û li vê çarçovê de boykot rakiriban ku heya niha ev karana nekirine. Ew hertim şîretê li Îranê dikin ku ji Peymana Navokî dernekeve, lê di pratîkê de bi xwe ji vê peymanê derketine, çûnku boykotên nû li dij Îranê bikar anîn.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî herwiha bal kişand ser Kanala Malî ya navbera Îran û Ewropayê (INSTEX) kir û got: Ev kanala malî pirtir dişibhe henekeke tal û ti wateya wê tine.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir ku tenê riya gihêştina li qonaxa Pêşgîriya Aborî, nemana li benda alîkarî û hevrêtiya rojavayiyan e û got: Azmûnên dîrokî û deskevtên eşkera derheq kar û kiryarên rojavayiyan nîşan didin ku mirov dikare ji wan çav li riya komplo û xiyanetê û ji paşve xencer lêxistina wan bimîne, lê divê ku kes li benda alîkarî û rastbêjî û hevrêtiya wan nemîne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1398 a Koçberiya Tavî(KT) wek «Sala Derfetan» binav kir û got: Helbet divê em li «Şerê Aborê» dijmin têk biben û bi hezkirin û alîkariya Xwedê teala emê dijmin têk biben, lê eva têrê nake divê em pêşgîriyê jî pêk bînin.

 Hz. ayetullah Xamineyî herwiha bal kişand ser îtirafa dijmin derheq seratirbûn û bihêzbûna Îranê li warê berevaniyê û got:Karîn û kolma giran a Komara Îslamî ya Îranê li warê berevaniyê, ji xwe heman Hêza wê ya pêşgîriyê yeku bi saya boykotan bi dest ketiye û li warê aborî jî em dikarin derfeta boykotan bikin «Karîna Pêşgîriyê» .

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li dewamê de got: Siyaset û Deshilat li rojavayê çi Ewropa bibe çi jî Amerîka, zalimane, zorbêjane û bêmentîq û zêdexwazane ye û siyasetmedarên rojavayî terseyê rûveta xwe ya şîk û odêkolonlêdayî, li batin û hundirê xwe ve însanê bi rastî hov in.

 Hz. ayetullah Xamineyî herwiha pêgîrî kir ku Hikûmeta Siûdî, «hikûmeta herî xirab a navçê, dîktator, zalim, fesadkar û pêvegirêdayî» ye û got:Rojavayiyan ji bo hikûmeteke wiha, îmkanên navokî û navendên berhemanîna mûşekan pêk tînin, çûnku hikûmeta Siûdî li bin bandora wan û girêdayî li wan e. Helbet ez ji çêkirina navendên navokî û mûşekî bo hikûmeta Siûdî narahet û xemgîn nabim, çûnku li pêşerojeke ne pir dûr ev navendên hanê bi hezkirina Xwedê teala wê bikevin destê Mucahidên Îslamî. 

Başa dön tuşu