ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Her karê ku dijminan hêrs bike, baş û durust e

Fermandê giranqedr ê gişt hêzan çekdar ên Îranê, hezretê ayetullah Xaminêyî yekitiya navbera hêzên çekdar ên Îranê babeteke pêwîst û sedema hêrsbûna dijminan da zanîn û got: Destebiratiya Artêşê û Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî hereketeka bedew piştî hereketa kirêt a emerîkiyan bû.

Hezretê ayteullah Xamineyî , fermandê giranqedr ê gişt hêzan çekdar ên Îranê, roja çarşemiyê di hevdîtina digel fermandeyên Artêşê û hêza bejayî, artêşa îro oldartir û kêrhatîtir ji her wextekê da zanîn û rêz li hevkariya bibandor û giring a Artêşê û hêzên çekdar bona gîhandina alîkariyê bo lehîlêxistiyan girt û got: Her karê ku dijminan hêrs bike, baş û durust e û himberî wê, divê her kes xwe ji her karekî ku morala dijminan xurt  û wan çavsor bike,dûr ragire.

Wî armanca gotinên pûç û bêbingeh ên emerîkiyan ên li dijî Komara Îslamî ya Îranê lawazkirina morala giştî da zanîn û destnîşan kir: Emerîka rastî hezaran milyar deyn û astengiyên curbicur hatiye û bi derbasbûna çend salan ser lehî û bahozê li navçeyên mîna Karolînayê hîn nekarîne wan pirsgirêkan hilkolînin û xisaran bicebirînin lê bona lawazkirina morala gelê Îranê, gotinên pûç dibêjin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser hebûna hêzên Artêşê û hêzên çekdar ên Îranê li herêmê û rawestana  wan li hember fitneyên dijminan û ev pirsa xist rojevê ku ger Artêş û Sipah tevlî rawestana li hember DAIŞ`ê nebana îro navçe û welatên cîranê me yê di çi rewşekê de bana û kî ser wan hikim diajot?

Hezretê ayteullah Xamineyî her wiha got: Helbet her yek ji welatên têkildar jî pêngavên pêdivî hilanîn lê rola hêzên çekdar ên Îranê nayê haşakirin û îro ji xwe bereketên hêzên çekdar xêncî gelê Îranê, gelên dij  jî girtine ber xwe.

Fermandê giranqedr ê gişt hêzên çekdar ên Îranê,her wiha Roj Artêşê û Hêza Bejahiyê pîroz kir û hêzên çekdar wek nîşan û unsurên qaweta neteweyî bi nav kirin û destnîşan kir: Helbet di piraniya welatan de, heta li welatên  dawakarê azadî û mafên mirovan jî , hêzên çekdar unsurê qawet û desthilata dîkatoran û serkutkirina gelan in çawa ku van rojana mînaka wê li mesela Xwenîşandanên Şemiyê li Parîsê tê dîtin.

Başa dön tuşu