CîhanLubnanNûçeRojhilatanavin

Parlimanterekî libnanî derbarê êrişa muhtemel a Îsraîlê ser vî welatî hişyarî da

Endamê firaksiyona El-Wefa Lêl Muqawimeyê ser bi Hizbullaha Lubnanê li parlemana vî welatî got: Berdêla êrişa Îsraîlê ser Lubnanê tê wateya kutabûna emrê siyasî yê Rejîma Siyonîst.

 Newaf El-Mûsewî , endamê firaksiyona  El-Wefa Lêlmuqawimeyê, li parlemana  Lubnanê roja yekşemiyê li gotûbêja bi rojnama  El-Quds El-Erebiyê, sekinîna  Rejîma Siyonîstî ser mijara meqerên mûşekî yên Lubnanê li derdora Beyrûtê mehneyek bo êrişa ser  binavahiyên  giring  ên vî welatî da zanîn.

Nûnerê parlemana  Lubnanê bal kişand ser êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîstî ser Lubnanê ji dema damezrandina  vê rejîma sexte û got: Bona rawestana li ber destdirêjiya Îsraîlê, zêdebûna  hêzên   berevaniya berxwedanê pêwîst e.

Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li axiftina xwe li civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî îdia kir ku koma  berxwedana Lubnanê nêzîkî balefirgeha  navneteweyî ya Beyrûtê teşkîlata mûşekî heye.

Cebran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê wek berteka li hember gotinên Nêtanyahû balyozên  70 welatan vexwend ku  bila seredana  van cihan bikin ku Nêtanyahû îdia dike  di wan de  mûşek hene ku ev kara cih hat û derewbûna îdiayên  serokwezîrê Îsraîlê eşkere bû.

Başa dön tuşu