ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî: Hin rayedarên welatên Îslamî xulamê Emerîka û siyonîstan in

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî roja duşemiyê di hevdîtina digel beşdarên Pêşbirkên Navneteweyî yên Quran; de gotin: Hin rayedarên welatên Îslamî fermanên Quranê cih naynin û xulam û şopînerê Emerîkayê û Siyonîstan in.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî di vê hevdîtinê de bal kişand ser vê yekê ku cihanîna fermanên Quranê zemîneyê bo rûmet, serbilindî, tenahî, pêşketin, qawet û rêk û pêkî, jiyana şêrîn li dinyayê xweş dike û bexteweriya axiretê dabîn dike û destnîşan kir: Hin rayedarên welatên Îslamî bûne sedema derketina pirsgirêkan û şeran ên mîna şerên li Sûriye û Yemenê û kuştina xelkê misilman.

 Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî bal kişand ser vê yekê ku piraniya pirsgirêk û astengiyên ser rêya umeta Îslamî û mirovahiyê ji ber berçavnegirtina têgehên Quranê ne û got: Îro bi kerema Xwedê Teala li Komara Îslamî, baldariya xelkê bi taybet ciwanan ser têgihên quranî û berçavgirtina van têgihan roj bi rojê di halê berfirehbûnê de ye û her ev baldariya ser Quranê dê bibe sedema bextewerî, qawet û rûmeta nizama  Îslamî.

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî bibîranîna Xwedê û teqwaya îlahî pêwîstiyên cihanîna Quranê dan zanîn û bal kişand  ser şehîdan wek mirovên ku derketin pila herîbilind a teqwayê û got: Şehîdên me gelek dersên mezin dane gelê Îranê ku mînaka wê ya berbiçav, diyardeya kêm mînak a hereketa berfireh a gelanî bona alîkariya bo navçên lehîlêxistî ye.

Rêberê giranqedr ê cihana Îslamî her wiha bal kişand  ser dijminatiyên li hember Komara Îslamî ya Îranê û tekez kir: Herçend ku asta dijminatiyan û  berfirehî û giranîya wan zêdetir ji berê tê xûyanê lê ev kiryar û komplo, hewildanên û nefesên dawiyê yên dijminan li hember Komara Îslamî ya Îranê ne.

Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameneyî destnîşan kir: Her çiqasî dijmin li bara gelê Îranê pirtir şîdetê nîşan bidin û pirtir zext û zorê bînin û her çiqasî ji ber pêbendiya gelê Îranê bi têgihên quranî hêrs bibin lê ev gela dê hîn bihêztir û xurttir bibe û dê pirtir  têgihên quranî berçav biger û wan cih bîne.

Başa dön tuşu