Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser siyaseta şerxwaziyê ya Emerîkayê li nava misilmanan û destnîşan kir: Divê vê siyasetê bi hişmendî bêencam bikin û hec û beraeta ji kafir û muşrikan,zemîne û rêya vê hişmendiyê ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî,Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja duşemiyê li peyamekê bo heciyan, kivşkirina warekî dayimî ji bo cihanîna ferîza hecê, sembolek ji bo yekitiya misilmanan û hevgirtina wan da zanîn û destnîşan kir: Hec li vî cihî û di vê midehê de, hertim û di hemî salan de, bi zimanê zelal û mentiqa eşkere, misilman vedixwîne yekitiyê û eva tam di aliyê hemberê daxwaza dijminên Îslamê de ye ku di hemî dewranan û bi taybet di vê dewranê de, misilman han didin ku li hemberî hev bisekinin.
Hezretê ayetullah Xamineyî, bal kişand ser reftara Emerîkaya zorbêj û cinayetkar û got: Siyaseta sereke ya Emerîkayê li hember îslamê û misilman, şerxwazî, kuştina misilman bi destê hev, berdana zaliman dor canê mezlûman, piştgiriya ji zaliman û serkutkirina dilreqane ya mezlûman û gurrkirina agirê vê fitna bi xof e.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku divê misilman hişyar bin û vê siyaseta şeytanî û rezîl bê encam bikin û destnîşan kir: Hec rê ji bo vê hişyariyê xweş dike û ev felsefeya beraeta ji muşrikan û zorbêjan li hecê ye.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha got: Heciyên hêja! Ji bîr nekin duayê bo umeta Îslamê û mezlûmên li Sûriye, Iraq, Filistîn, Efxansitan, Yemen, Behrêyn, Lîbya, Pakistan, Kişmîr û Miyanmarê bikin û herwiha û ji Xwedê teala bixwazin ku bila destê Emerîkayê û mustekbir û kirêgirtiyên wan were qutkirinê.