CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

NY: Gişt divê sozdarê Lihevkirina Atomî bin

Seroka Cvata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Îniyê Lihevkirina Atomî encama lihevkirineka komkî da zanîn û destnîşan kir: Gişt divê sozdarê vê lihevkirina navneteweyî bin.

Seroka Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), (María Fernanda Espinosa) Mariya Fêrnanda Êpînozayê her wiha got ku gişt divê rêzê li babetên ku wajo kirine, bigirin û pişta vê lihevkirinê bigirin.

Seroka Cvata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha nêrîna Yekîtiya Ewropayê derbarê Lihevkirina Atomî Erênî nirxand û got: Ewropî dixwazin ku Lihevkirina Atomî were parastin.

Lihevkirina Atomî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê roja 14ê Tîrmeha 2015an di navbera Îranê û pênc welatên endamê hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya NY (Amerîka, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsiye) zêdeyî Almanyayê pêk hat.

Ev lihevkirin ji 16ê Çileya 2016an va kete qada cihanînê.

Dewleta Amerîkayê ji yekem rojên cihanîna Lihevkirina Atomî (16ê Çleya 2016an) astengîderxistina li warê cihanîna wê jibo kêmkirina serpişkiyên aborî yên Îranê ji vê lihevkirinê dest pê kir.

Bi desthilatdarbûna donald Trump li Amerîkayê ev astengîderxistin gurr bûn û wî bi caran gef xwar ku welatê wî dê ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê derkeve.

Başa dön tuşu