CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Donald Trump: Ji vir pêde ji bedêla Amerîkayê dewletên Rojhilata Navîn yên wekî Suûdî Erebîstanê wê mesrefan bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pêşeroja Sûriyê axivî û got ku ji vir pêde ji bedêla Amerîkayê, dewletên Rojhilata Navîn wê mesrefê bikin.

Berî niha Amerîkayê ragihandibû ku 230 mîlyon Dolarê ku ji bo Sûriyê hatibû veqetandin, wê ji bo cihekî dî xerc bikin. Di pey vê geşedanê re Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê mesajek weşand û got ku ji vir pêde ji bedêla Amerîkayê dewletên Rojhilata Navîn yên wekî Suûdî Erebîstanê wê mesrefan bikin.

Berî daxuyaniya Trump bi çend rojan, Suûdî Erebîstanê eşkere kiribû ku ew ê 100 mîlyon dolarî bidin Bakurê Sûriyê.

Başa dön tuşu