ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Elî Xameneyî sala 1388 KT wek sala «Geşatiya Berhemanînê» bi nav kir

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyê di peyama xwe de ya bi minasibeta hilketina eyda Newrozê û sersala Koçberiya Tavî(KT) ya 1398ê, eyda Newrozê û mîlada Mîrê Muminan Hz. Elî (S) li gişt hevwelatiyên ezîz ên îranî bi taybet li malbatên hêja yên şehîd û cangoriyan pîroz kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyê herwiha di dewama peyama xwe de ji Xwedê teala hêviya saleke bi xêr û bereket, pir bi şayî û keyfxweşî, bi bextewerî û silametiya cismî û canî ji bo hemûyan kir û xwest ku bila ev sala nû bibe sala serkevtinên zav li warê madî û menewî bo netewê Îranê. Di dewamê de rêberê Înqilabê ev sala nû weke «Geşatiya Berhemanînê» bi nav kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sala 1397 a KT saleke bi bûyer û rûdawên curbicur nirxand û got: Dijminan li vê sala derbasbûyî pîlanên curbicur ji Îranê re amade kiribûn, lê netewê Îranê bi wateya rastîn li meydanê bû û bi îstemî û agahî ve û bi saya xebat û viyana ciwanên xwe ve ew pîlanên qirêj bê encam kirin. 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê berteka gelê Îranê li hemberî boykotên giran ên Amerîka û Ewropayê li warên siyasî û aborî ve bertekek qahêm û bi hêz da zanîn û got: Li warê siyasî, mînaka vê bertekê meşa mezin a 22 Behmenê û helwêstên bi hêz ên gelê Îranê li gişt mideha salê bû û li warê aborî jî mînaka wê «zêdebûna însiyatîv û xuliqkariyên zanistî û teknîkî», «zêdebûna berbiçav a şirîketên zanistbingeh», «zêdebûna berhemanînên binavahî û bingehîn ên navxweyî» yên wekî birêxistina fazên curbicur ên gazê li başûra welêt û û birêxistina palîngeha mezin a Benderebasê bû. Bi vî awayî netewê Îranê karî li ber dijminan qawet, heybet û mezinatiya xwe nîşan bide û şeref, rometa Netew û Înqilab û Pergala Komara Îslamî  zêde bike.

  Hz. ayetullah Xamineyê li dewamê de pirsgirêka sereke a welêt hîn jîê pirsgirêka aborî da zanîn û bal kişand ser zêdebûna pirsgirêkên meîşeta xelkê li van mehên dawiyê û got: Parek ji van pirsgirêkan vedigere ser birêveberiyên bi kêmasî li warê meselên aborî ku divê ew werin cebirandinê,. Helbet hin tevdîr û bername hatine berçavgirtin ku divê ev tevdîrên hanê li sala nû bikevin meriyetê û bigihêjin encamê û gel şûn û eserên wan bibînin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê bal kişand ser pêşewaziya netewê Îranê ji slogana sala 1397 KT yanî «piştgiriya ji kelûpelên îranî» û şûn û eserên wê yên erênî û got: Sala îsal mesela bingehîn û sereke mesela «berhemanînê» ye, çûnku heke berhemanîn bikeve rê, hem pirsgirêkên meîşetî û karsaziyê çareser dibe, hem jî eva dibe sebeb ku êdî welat hewcemendê biyaniyan û dijminan nebe, heta eva dikare heya asteke jorîn pirsgirêka nirxê diravê neteweyî jî çareser bike, vêca ez slogana vê salê «Geşatiya Berhemanînê» didim zanîn.

  Hz. ayetullah Xamineyê herwiha ji gişkan xwest ku bona geşatiya berhemanînî çi ji destê wan tê bila bikin û hêvîdariya xwe diyar kir ku bisaya zêdebûna berbiçav a van hewldan û xebatana li mideha vê sala nû, pirsgirêkên aborî bikevin riya çareseriyê.

 Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li dawiyê de silav û selewat ji bo ruhên paqij ên Îmam Xumeynî (RE)  û şehîdên serbilind şand û Hz. Weliyê Esir (Xwedê zihûra wî bêxe lezgîniyê) silav kir û xwest bila hertim duaya wî hezretî bibe bereketa mala netewê Îranê û ji Xwedê Teala ji netewê Îranê û gişt netewên ku Newrozê pîroz dikin daxaza alîkariyê kir. 

Başa dön tuşu