ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyyid Îmam Eli Xameneyî serdar Hisên Selamî yê wek Fermandarê Giştî yên nû yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tayîn kir

Fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Îranê, serdar Hisên Selamî wek Fermandarê Giştî yên nû yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tayîn kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Navenda ragihandin ya Ofîsa Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî, Fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Îranê bi hikmekî tevî sipasiya ji xizmetên giranbiha û binirx û mayînde yên Serdarê serleşker pasdar Mihemed Elî Ceferî di posta fermandetiya Sipahê, bi dayîna pileya serleşkeriyê, Serdar Hisên Selamî wek Fermandarê Giştî yên nû yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tayîn kir.

Di hikmê Fermandarê giranqedr ê gişt hêzên Îranê bo Fermandarê Giştî yên nû yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hatiye: Çaverêtî heye ku xurtkirina şiyanên giştalî û amadetiya di hemî beşan da her wiha xurtkirina gewhera derûnî ya Sipahê yanî Teqwa û Besîret û  her wiha berfirehkirina rêvebiriyên xwedan bingeha manewî û şiyanên karzaniyê û xurtkirina çandî ku di serdema rêvebiriya Serdar Ceferî hatiye şopandin, bi dahêneriyên Fermandarê Giştî yên nû yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî zêde bibin û Sipah di meşa xwe ya ber bi tekamulê pêngavên bilind rabike.

Başa dön tuşu