IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Pêşmerge, Serokwezîrê Tirkiyê derewand

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim, duh di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku li ser daxwaza Hêzên Pêşmerge, topavêjên tirk li Başîkayê êrîşî DAIŞê kirine. Lê ev daxuyanî ji hêla Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê Eniya Başîkayê Tuxgeneral Îskender Gerdî ve nehate piştrastkirin

Li gorî nûçeya Rûdawê, Gerdî ji bo daxuyaniya Yildirim got: “Me ji Tirkiyê daxwaz nekiriye ku bombebaranê bikin.” Di vê navberê de berdevkê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê Yehya Resûl jî diyar kiribû ku “Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê nebûye û wê tevlî operasyonê jî nebin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu