ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyyid Îmam Elî Xaminêyî Peyama mayinde ya şehîdan dûrxistina civakê ji tirs û xeman e

Gotinên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî di hevdîtina karbidestên Kongira Rêzgirtina li 6500 Şehîdên Parêzgeha Kirmanê ku di 25`ê Sibatê de hatibû lidarxistinê, vê sibê li Nimêjgeha Imam Elî (S) ya Kirmanê hatin weşandin.

Rêberê giranqedir ê cîhana Islamî, Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî di vê hevdîtinê de, rêzgirtina li şehîdan û bibîranîna navê wan rêzgirtina li cehadê û têkoşîna di rêya Xwedê da û handana jibo domandina rêya pirrşanbazî ya wan zanî û got: Di dewrana Berevanîya Pîroz da, bibîranîna şehîdan a digel rêzgirtina li wan û şanazîkirina bi wan û têkoşeran bûn sebeb ku meyla pişkdarîya li meydana parastina welêt berfire bibe û roja îro jî armanca dijminan a têkildarî dijberîya li hemberî vejîyandina bibîranîna şehîdan, girêdana rêya pirrşanazî ya şehîdbûnê û girtina pêşîya handana civakê bo hereketa têkoşerane ye.

Rêberê giranqedir ê cîhana Islamî, Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî herwiha got: Mezinzanîna navê şehîdan û bibîranîna wan hereketa têkoşerane li welêt xurt dike. Wî hebûna ciwanên egît, wêrek û berxwedêr remza iqtidara her miletekî zanî û got: Miletê ku ev sermîyana hebe, serketî û xurt e û tu wexta zelûl nabe û vejîyandina navê şehîdan, sermîyan û ciwanên bi vî rengî saz dike.

Rêberê giranqedir ê cîhana Islamî, Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî dîyar kir ku peyama mayinde ya şehîdan dûrxistina civakê ji tirs û xeman e û got: Hewildan  ûarmanca dijminên Îranê têkildarî şerê nerm, “xemgînkirin û bêhêvîkirina gelê Îranê û tirsandina wî ji derbasbûna nav meydanê“ ye lê, peyam û mizginîya şehîdan jibo me ew e ku heke hûn berovajî daxwaza dijminan, derbasî meydanê bibin, Xwedê teala yê wekî Dewrana Berevanîya Pîroz tirs û xemê ji we dûr bixe.

Rêberê giranqedir ê cîhana Islamî, Hezretê Seyyid Îmam Elî Xaminêyî herwiha rêz li alimên dînî, ciwan û gelê bawermend û birûmet ê Kirmanê girt û xizmetên wan ên bo Islamê û Inqilabê bibîr anîn û got: Her kes nemaze ciwan divê zêdetir kar bikin û hewil bidin ta ku bikaribin erka xwe wek berê di pêşdebirina welêt da cih bînin.

Başa dön tuşu