CîhanEwropaNûçe

Pevçûna navbera Rastgirên Tundrê yên Almanyayê û neyarên Çepgir

Rastgirên tundrê yên Almanyayê li xwenîşandanekê li eyaleta Zaksênê (Sachsen) li bajarê Kêmnîts (Chemnitz) li rojhilata vî welatî bi neyarên Çepgir re ketin pevçûnê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reutersê, hezar kes ji neraziyên Çepgir ên Almanyayê, bona nîşandayîna nerizamendiya li hember êrişa ser biyaniyên li vî welatî, roja Duşemiyê li bajarê Kêmnîtsê xwenîşandan li dar xistin û Koma Rastgir a Tundrê li vê xwenîşandanê şidet bi kar anî.

Rayedarên Almanyayê vê dawiyê ragihandin welatiyek 21 salî yê iraqî û welatiyek 22 salî yê sûrî bi tawana kêrkirina welatiyekî 35 salî yê almanî li Kêmnîtsê girtine.

Xwenîşandaneka din jî roja Yekşemiyê ji aliyê 800 kes ji Rastgirên Tundrê li Kêmnîts a Almanyayê hate lidarxistin.

Polîsê bajarê Kêmnîtsê ragihandibû ku hin welatiyên sûrî, efxan û bulxar, li dû xwenîşandana roja Yekşemiyê û kiryarên tund ên Rastgirên Tundrê birîndar bûne.

Ev xwenîşandan piştî wê pêk hat ku Şemiyê bi şev li êrişeka bi kêrê li bajarê Zaksênê yê Almanyayê, mêrek hate kuştin û sê mêrên din jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu