CîhanEwropaLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê 13 kes û kompaniyên Sûriye, Libnan û Çînê xiste nav lîsteya boykotan

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê 13 kes û kompaniyên Sûriye, Libnan û Çînê bi tawana têkilliya tiştê ku “Bernameya çekên kîmyayî yên Sûriyê` daye zanîn, xiste nav lîsteya boykotan.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê roja Çarşemiyê ragihand: Boykotkirina 13 kes, 5 kompanî û 8 rêxistinên ku bi îduiaya Waşîngtonê pêwendiya wan bi dewleta Sûriyê û bernmeya kîmyayî ya artêşa vî welatî hebû, bi hevahengiya dewleta Fransayê pêk hatiye.

Rayedarên amerîkî û ewropî di mehên dawî da li ser esasa raporên komên têrorîst, îdia kirne ku êrîşên kîmyayî yên berdewam li Sûriyê pêk hatione, lê nekarîne wê yekê biselimînin.

Waşîngtonêî bi vê mehneyê du caran êrîşî ser Sûriyê kiriye.

Îdiaya hebûna bernameya çekên kîmyayî li Sûriyê ji aliyê dewleta Amerîkayê va li halekî hat hilêxistin ku di sala 2012an da li ser esasa lihevkirina navbera Waşîngton û Moskoyê, Sûriyê tevahiya ambarên xwe yên kîmyayî di bin çavdêriya Saziya Qedexeya Çekên Kîmyayî ji welêt derxistin û ji nav birin.

Saziya Qedexeya Çekên Kîmyayî wê demê piştrast kir ku Bernmaeya Kîmyayî ya Sûriyê bi dawî hatiye.

Başa dön tuşu