IraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Muqteda Sedr: “Biryarên ku tên girtin, iraqî ne û li nava Iraqê tên girtin”

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadînê, hatiye ragihandin ku dengê sereke yê hilbijartina parlemanî ya Iraqê hate ragihandin û hevalbendiya Sairûn bi serokatiya seyyid Muqteda Sedr 54 korsî, Feth bi serokatiya Hadî Amirî 47 korsî, Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî 42 korsî,dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî malikî 25 korsî, El-Veteniye bi serokatiya Eyad Elawî 22 korsî, Bereya Hikmet bi serokatiya Seyid Emar Hekîm 19 korsî û El-Qerar bi serokatiya Usame Nucêyîfî 13 korsî anîne dest.

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê pêştir raghandibû: Hemî tevgerên siyasî yên serketî li hilbijartinên parlemanî yên vî welatî bi hev re şirîk in.

Seyyid Muqteda Sedr got: “Biryarên ku tên girtin, iraqî ne û li nava Iraqê tên girtin”.

Wî  got: “Dewleta pêşerojê ya Iraqê dê teknokirat be û ev dewleta  deriyek ji bo risq û rûziya  gelê Iraqê be û dê pêşiya  gendeliya partiyên siyasî bigire”.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja Şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdora 11 miliyon ji iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê xelkê hat lidarxistin.

Li hilbijartina parlimanî ya Iraqê 320 partî, hevpeymanî û lîsteya hilbijartinê ketin rikeberiyê

Başa dön tuşu