Fermandê komîta lêgerînê ya wendabûyiyan ê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Meytên paqij ên 55 şehîdên serdema Berevaniya pîroz, sibê duşemiyê ji sînorê Şelemçeyê, li rojava Îranê derbasî welêt dibe.
Li gorî rapora malpera ragahndinê ya kanala Saharê, serdar sertîp Muhemed Baqirzade, Fermandê komîta lêgerînê ya wendabûyiyan ê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê diyar kir: Operasyona geriyana şehîdan li mêhwerên rojava û başûrê Iraqê û navçên curbicur ji wan Erwend, Şelemçe, Mecnûn û rojhilata Dîcleyê didome.
Fermandê komîta lêgerînê ya wendabûyiyan ê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê her wiha li bara hewahengiya zêdetir û xurtkirina riyên geriyana meytên paqij ên şehîdên berevaniya pîroz tev dewleta Iraqê agahî da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)