NûçeRojhilatanavinSûriye

“Şikandina dorpêça bajarê Dêyrezorê destkefteke girîng û guhertineke stratijîk li şerê dijî têrorîsmê ye“

Li gorî rapora IRNA`yê, Fermadetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê roja Sêşemiyê destnîşan kir: “Piştî rêzeopêrsiyoneke serketî, hêzên çekdar ên sûrî bi hevkariya hêzên hevpeyman û bi piştevaniya hêza esmanî ya Sûriyê û Rûsiyê duyemîn qonaxa opêrasiyona xwe li kûrahiya çolistana Sûriyê cih anîn û karîn li opêrasiyoneke bêhempa dorpêça zêdetir ji sêsalî ya bajarê Dêyrezorê bişkênin“.

Li daxûyaniya Fermadetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê hatiye: “Hêzên ku li bajarê Dêyrezorê li bver xwe dan û berevanî kirin û hemase afiandin, bûn mînaka fedakariyê“.

Fermadetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê destnîşan kir: “Işkestina dorpêça bajarê Dêyrezorê, hêz û viyana artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman ji bo şikandina tam a komploya têrorîstî li Sûriyê û bêencamkirina planên parçekirinê yên piştgirên têrorîsmê nîşan da“.

Fermadetiya giştî ya artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê ragihand: “Şikandina dorpêça Dêyrezorê ji bo berfirekirina opêrasiyona leşkerî li navçeyê û derdora wê ji bo jinavbirina bermahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ye ku şiyana wê ya leşkerî bi lezeke zêde di bin derbên artêşa Sûriyê ji nav çûye“.

Roja Sêşemiyê bi ketina hêzên artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedanê bo biryargeha Tîpa 137`ê li rojavaya bajarê Dêyrezorê, dorpêça zêde ji sê salî ya vî bajarî bi tam hat şikandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu