NûçeRojhilatanavinYemen

Şikesta kirêgirtiyên Erebistanê li êrişa ser navçeyên rojava Yemenê

Artêş û hêzêmn gelanî yên Yemenê, êrişa kirêgirtiyên erebistanî ser parêzgeha El-Cewfê li rojava yemenê bêencam kirin.

Li gorî rapora kanala nûçan a El-Mesîrê, artşê û hêzên gelanî yên Yemenê roja sêşemiyê karîn ku êrişa kirêgirtiyên Erebistanê yên alîgirê Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser navçeya El-Bahisê, Cebel Îberêê li bajarê El-Qîlê li parêzgeha El-Cewfê bêencam bikin û heft kes ji kirêgirtiyên Erebistanê bikujin.

Artşê û hêêzn gelanî yên Yemenê her wiha rê li ber hewldanên hêzên Ebd Rebê Mensûr Hadî li pêşdeçûna ber bi aliyê Esîlanê li rojava parêzgeha Şebwê, başûrê Yemenê girtin.

Wezareta berevaniyê ya Yemenê jî ragihand ku Çeen kirêgirtiyên Ebd Rebê Mensûr Hadî dema ku dixwestin ber bi El-Wehbiyê li El-Beyzayê li başûrê Yemenê ve pêşde herin li başûrê yemenê hatin kuştin an birîndar bûn .

Ji aliyê din ve balefirên cengê yên Erebistanê 6 caran bajarên El-qîl û El-Meslûbê li parêzgeha El-Cewfê bombebaran kirin .

Li gor nûçeyeke din ji Yemenê, eskerekî Erebistanê ji ber teqîna maynê ser riya trimbêla geştê ya vî welatî li parêzgeha Cazanê, başûrê rojava Yemenê hat kuştin û sê eskerên din jî birîndar bûn .

Çavkaniyên eskerî yên Yemenê jî ragihandin ku pênc kes bi derba gulleyên hêzên ser bi Ebd Rebê Mensûr Hadî li Tezê li başûrê yemenê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu