EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Sîlahên ewropî û îsraîlî li deverên azadbûyî yên Sûriyê

Artêşa Sûriyê îro ragihand ku li deverên ku artêşê ew ji destê terorîstan derxistine gelek çek û sîlah ketine destê wan ku rejîma siyonîstî an jî welatên ewropî ew çê kirine.

Li gorî nûçeya Sputnîkê, Artêşa Sûriyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşê dema lêkolîna devera El-Tenef li ser sînorê hevpar ê Sûriye, Iraq û Urdinê çend erebe û wesayîtên terorîstan û gelek çek û sîlahên wan zevt kirin.

Li gorî vê nûçeyê û herwiha li gorî ragihandina televîziyona Sûriyê ya El-Exbariye yekîneyên artêşa Sûriyê di encama operasiyona xwe ya sekirin û lêgerînê li derdora Dêra Zorê  gelek madên jehrawî û şek û sîlah dîtin ku li welatên Ewropayê hatine çêkirin an çêkiriyê Rejîma Siyonîstî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu