IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê duh 163 sivîl qetil kirin

Netewên Yekbûyî ragehand, duh li Mûsilê taxên di bin dorpêçê de ji aliyê DAIŞê ve 163 hemwelatiyên sivîl hatine qetil kirin.

NYê îro 06.06.2017ê daxuyaniyek da û derbarê dorpêça li Mûsilê ya ji aliyê hêzên Iraqê ve û ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve kuştina 163 sivîlan ragehand. Rêxistina terorîst a DAIŞê hindik maye ji bajarê Mûsilê yê Iraqê were paqijkirin û niha tenê 4 tax di destê wê de mane. Milîtanên ku dizanin wê têk herin dest bi qetilkirina sivîlan kirin. Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) DAIŞê duhî li taxên dorpêçkirî yên Mûsilê 163 sivîl qetil kirine.

DAIŞê li herêma bajarê kevn di nava çend kîlometroyan de hatiye dorpêçkirin û li gorî çavkaniyên herêmî bi hezaran sivîl rehîn girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu