ÎranNûçeRojhilatanavin

Şîndariya 28`ê Meha Seferê li seranserî Îrana Îslamî

Rêûresma şîngêriya salvegera wefata hezretê Mihemed (S) pêxemberê hêja yê îslamê û salvegera şehîdbûna îmam Hesenê Micteba li bajarên cûrbicûr ên Îranê bi amadebûna berfire a şîndaran hat lidarxistin.

Îro duşemî 28`ê Meha Sefera sala 1438`an a koçberiya heyvî bernberî 28`ê Mijdara 2016`an û salvegera rehleta peyamberê hêja yê îslamê (S) û salvegera şehadeta hezretê îmam Hesenê Micteba (S) îmamê duyem ê şîeyên cîhanê ye.

Îrana îslamî îro seranser reş girêdaye û gelê bawermend û hogirên binemala paqij a pêxember (S) li salvegera wefata pêxemberê hêja yê îslamê (S) û şehadeta hezretê îmam Hesenê Micteba (S) şîndarî li dar xistin.

Tirba paqij a hezretê îmam Reza (S) îmamê heştem ê şîeyên cîhanê li bajarê Meşheda pîroz û tirba paqij a hezreta Mesûme (S) li bajarê Qumê, li salvegera rehleta pêxemberê hêja yê îslamê (S) û salvegera şehadeta îmam Hesenê Micteba (S) tijî ji şîmndaran in.

Li vî halî merasima şîndariya salvegera rehleta pêxemberê îsslamê (S), şehadeta îmam Hesen (S) û îmam  Reza (S) bi amadebûna serokê Komara îsdlamî ya Îranê û endamên taxima dewletê li saziya serokomartiyê hat lidarxistin.

Peyamberê hêja yê sîlamê (S) berî rehleta xwe di sala 11`an a koça heyvî bi dilovanî, hikm û bingehên şerîeta nebevî bi şêwaz û riyên qenc û di eynî demê da bi awayekî qahîm û metîn şirove kirin û li warê berbelavkirina merîfet û talîmatên biheq ên dîn û birêvebirina wê bi baştirîn awayî xebitî.

Hezretê îmam Hesenê Micteba (S) jî derdora 30 salan digel bavê xwe yê hêja hezretê Elî ibnî Ebî Talib (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê hevrê bû, di roja 28`ê meha Sefera sala 50`î ya koça heyvî di temenê 47 saletiya xwe da li ser fermana Muaviye û bi destê hevjîna xwe jehr pê hat xwurandin û şehîd bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu