EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Nijeryayê êrişên xwekujiyê: 13 kuştî, 18 birîndar

Li bakurê rojhilata Nijeryayê di êrişên xwekujiyê de 13 kes hatin kuştin.

Damîan Chukwuyê rayedarê ewlekariyê yê payebilind ji çapemeniyê re daxuyand ku li eyaleta Bornoyê 3 êrişên xwekujiyê hatin kirin. Chukwu got di van êrişan de 13 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Heta niha tu kesî berpirsiyariya êrişê hilnedaye ser xwe, lê rêxistina terorî Boko Heram li herêmê êrişên wiha dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu