CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Serokên Koreya Bakur û Amerkayê careka din li Vîyêtnamê civîyan

Duyemîn civîna Serokên Koreya Bakur û Amerîkayê vê sibê li Hanoy paytexta Vîyêtnamê hat lidarxistin.

Rêberê Koreya Bakur Kîm Con Ûn amajeyî vê yekê kir ku yê hewildana xwe jibo bidestxistina encama herîbaş ji vê civînê bikar bîne û got: Muzakireyên baş bi Serokomarê Amerîkayê re hatin kirinê û hêvîdar im ku civînê encamên baş hebin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump jî derheq pêşketina Koreya Bakur di warê aborîyê di bazineyeke demê ya taybet da hêvî kir û got ku gotûbêjên baş bi Rêberê Koreya Bakur re kirine û ew gotûbêj yê îro jî bên domandinê.

Serokomarê Amerîkayê herwiha qedrê Kîm Con Ûn ji ber rawestandina ceribandinên mûşekî û yên navokî girt û ragihand ku ew jibo lihevkirina navokî digel Koreya Bakur qet lezê nake û derheq karên Pîyûng Yangê jî dilgiran nîne.

Dewra yekem a duyemîn civîna Serokên Koreya Bakur û Amerîkayê li Hanoyê şeva buhurî 2 sietan de hat lidarxistin û her du alîyan destpêkê 20 xulekan gotûbêj kirin û paşê jî dema şîvê bi hev ra gotûbêj kirin.

Biryar e ku Serokên Koreya Bakur û Amerîkayê îro piştî nîvro daxûyanîya Hanoyê wajo bikin.

Başa dön tuşu