NûçeÎranRojhilatanavin

Sipaha Pasdaran baregeha koma cudatîxwaz a PAK’ê ji nav bir

Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî baregeha koma cudatîxwaz a PAK’ê li Herêma Kurdistana Iraqê ji nav bir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê dora nû ya êrîşên xwe li dijî komên cudatîxwaz û terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kir.

Di êrîşên îro yên Hêza bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da baregeha koma terorîstî ya cudatîxwaz a PAK’ê li derdora Kerkûkê bi mûşek û xwefirran bû armanc.

Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî dora nû ya êrîşên xwe li dijî komên terorîstî yên cudatîxwaz roja 14ê Mijdarê û piştî ku van koman kiryarên dijî ewlehiyê li çend bajarên Îranê yên sînorî pêk anîn, dest pê kir.

Jinavbirina baregehên terorîstên cudatîxwaz li bakûrê Iraqê piştî wê yekê dest pê kir ku rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê kiryareke guncan wek bersiva daxwaza Îranê ya rewa û qanûnî piştî hişyariyên pêwîst bi rêyên qanûnî ji bo jiholêrakirina zemîneyên çalakiya komên terorîstî yên dijî Îranê yên ser bi istikbara cîhanî pêk neanî.

Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê 24ê Îlonê jî operasiyona xwe ya topxaneyê li dijî terorîstên cudatîxwaz li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kiribû.

Başa dön tuşu