ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Azerbaycanê

Wezîrê karên derve yê Îranê hêvî kir ku civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Azerbaycan û Ûrsêtê bibe sedema berfirebûna hevkariyên her sê welatan di warên curbicur da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku bi merema pişkdariya li yekemîn civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Azerbaycan û Ûrsêtê serdana Bakûyê kiriye, di hevdîtina tev Ilham Eliyêf da meseleyên dualî û navçeyî hilkolandin.

Zerîfi bal kişande ser warên hevkariya Îran û Azerbaycanê û got: Hevkariyên Têhran û Bakûyê yê bibin sedema zêdebûna têkiliyên her du welatan di warên curbicur nemaze di warên tranzîtê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu