ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Efûya Navneteweyî: Bila Spanya firotina çek û sîlehan bo Erebistanê rawestîne

Rêxistina Efûya Navneteweyî roja îniyê li daxûyaniyekê ji Spanyayê xwest ku bila firotina çek û sîlehan bo Erebistanê rawestîne.

 Li gorî rapora El-Alamê,  Rêxistina Efûya Navneteweyî her wiha êrişa roja Pêncşemiyê ya balefirên  siûdî ser ûtûbûsa xwendevanên  yemenî şermezar kir.

Balefirên  siûdî Pêncşemiyê şevê êriş kirin ser ûtûbûsa hilgirê xwendevanên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha  Sedeya Yemenê ki li encama wê 55 kes hatin kuştin û nêzîkî 80 kes jî birîndar bûn.

Balefirên  siûdî pêncşemiyê şevê êriş krin ser ûtûbûsa hilgirê xwendevanên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha  Sedeya Yemenê ki li encama wê 55 kes hatin kuştin û nêzîkî 80 kes jî birîndar bûn.

Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên  din ji Adara 2015` an  dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.  Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha  welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya  xwarekê û dewa dermanan aniye.

Başa dön tuşu