Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa terorîstan ser Hemdaniya Helebê bi hawanên kîmyayî

Çavkaniyên nûçan li bara êrişa terorîstan bi hawanên kîmyayî ser taxa Hemdaniyê li bajarê Helebê agahî dan.

  Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê PressTV`yê, terorîstan bi gullên hawanê yên kîmyayî taxa  Hemdaniyê li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê dane ber êrişan.

Li encama van êrişan herîkêm 35 kes birîndar bûne. Tê gotin ku hin birîndar tûşî pirsgirêkên nefeskişandinê yên cidî hatine.

Sana Newsê her wiha ragihand ku li encama  êrişên mûşekî ser taxên Hemdaniyê û Murîdiyanê 2 kes ji wan  keçikekê canê xwe ji dest dan.

Li encama van êrişana  hin xisar jî li mal û milkên  giştî û nedewletî ketin.

Neyarên çekdar roja înê jî taxên  rojava Helebê dan ber gullên hawanê ku li encama wê herîkêm 15 kesên sivîl  hatin kuştin.

Li encama van êrişana zêde ji 100 kes jî birîndar bûn ku hatiye ragihandin  halê hin ji wan xirab e.

Bajarê Helebê niha bûye meydana  şerê giran navbera hêzên dewletî û komên terorîstî. Ev bajara ji  sala 2012an  bi du beşên  rojava û rojhilat hatiye parvekiirn ku beşa rojava ya wê bin kontrola  eskerên sûrî û beşa rojhilata  wê di kontrola  grûpên terorîstî de ye.

Grûpên terorîstî li êrişên xwe rakêtên destçêkirî bi kar tînin  pirtir  kesên sivîl dibin goriyên van êrişên dirindane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu