FilistînNûçeRojhilatanavin

7 filistînî li Zîvala Gezzê hatin şehîdkirinê

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê şeva buhurî ragihand ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser xwenîşanderên pişkdarê Meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de, 7 filistînî ji wan zarokek şehîd û 507 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di nav birîndaran de 35 zarok, 4 jin, 4 endamên tîmên hawargiheştinê û 2 rojnamevan hene.

Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û heta niha didome.

Ji 30`yê Adarê ve heta niha, zêde ji 190 filistînî di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser vê meşê de şehîd û nêzî 20 hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu