ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipaha pasdarên Îranê: Me tîmeka terorîstî tine kir

Sipaha pasdarên Îranê ragihand, hêzên wan li herêma Sîstan û Belûçistan ya Îranê “tîmeka terorîstî” tine kirine.

Qerargeha Quds ya sipaha pasdarên Îranê ragihandiye, îro danê sibê li devera Serawan li herêma Sîstan û Belûçistanê, komek kesên çekdar ketine kemîna pasdarên wan.

Li gorî agahiyên qerargeha Quds, 4 wan çekdaran ku dixwastin êrişî pasdaran bikin, hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne, yên din jî reviyane.

Di daxuyaniya sipahê de navê tê rêxistinekî nehatiye gotin lê li gorî nîşan û agahiyan, tê texmînkirin ew çekdarên ku êrişî pasdaran kirine, endamên rêxistina îslamî ya bi navê Ceyşul Edl bin.

Başa dön tuşu