ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê pasdaran hêza herî biqawet a navçê

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got: Ev hêza îrorojê hêza herî biqawet û biezmûn a hêza çekdar li Kendava Farsê li çarçowa parastina ewlehiya navçê ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, serdar serleşker Muhemed-Elî Ceferî fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roja çarşemiyê li mersima  destpêbûna  dewra xwendinê ya xwendekarên  hêz deryayî ya vê saziyê li Têhranê got: Hestyariya li asta jorîn a navça Kendava Farsê bûye sebeb ku ev hêza jibo rawestana li ber gefan tim amade be.

serdar serleşkir Muhemed-Elî Ceferî fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser erka giring û mezin a vê hêzê û got;: Hêza deyayî ya sipahê pasdaên Inqilaba Îslamî li serdema  şêr û meydana şerê li hember Emerîkayê hat avakirin û piştî serdema berevaniya pîroz li meydana  şerê deryayî li kendava Farsê û tengava Hormizê xurt xebitiye.

Serleşkir Ceferî duruşm û mêhwera sereke ya Inqilaba Îslamî rawestana li ber nizama serdest û îstikbara  cîhanî da zanîn û got : Heya îro hemî bernemên  dijmian hatine bêencamkirin.

Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir, Hêza îro ya sipahê bi serdema berevaniya pîroz re nayê qiyaskirin û em bi dilniyayî dikarin bêjin ku ev hêza îro herkêm deh hindî sala dawiyê ya şêr e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu