ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî: Kiryara Trump fitneyeka mezin e li dijî umeta Îslamî

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî kiryara serokkomarê Emerîkayê derheq bifermînskirina Qudsê weke paytexta rejîma qelp a Îsraîlê şermezar kir û vê kiryarê weke fitneyeke mezin li dijî umeta Îslamî da zanîn.

Donald Trump serokomarê Emerîkayê, çarşemiyê şevê tevî dijberiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, Qudsê weke paytexta Rejîma qelp a Îsraîlê da zanîn.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bi daxûyaniyekê raghand: Kiryara sivik û ehmeqane ya serokkomarê Emerîkayê derheq bif ermî naskirina Qudsê weke paytexta rejîma qelp û zarokuj a siyonîstî, fitneyeka mezin li dijî umeta Îslamî û weke binpêkirina mafên gelê Filistînê tê hesabê û pêdivî ye cîhana Îslamî û civakên din ên heqxwaz bi micidî û bi hişmendî ev plan û komploya kirêt û ehrîmenî pûç bikin.

Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye: Bêguman ev hewldana kirêt ne tenê xeyala karbidestên koçka sipî û siyonîzma navneteweyî naguhere belkî dê bibe sedem ku bereya berxwedana filistînî cidîtir ji berê armanca azadiya Qudsa Şerîf bişopîne û talankirên Filistîna mezlûm û ezîz di agirê tolhildana xwe de asteng bike.

Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî teqez kir: Întifaza Filistînê di qonaxeka nû lezgîntir ji berê bi piştgiriya giştalî ya umeta Îslamî û azadîxwaz ên cîhanê bidome bi riswakirina stratejî û siyasetên nû yên ehrîmenê mezin li navçê, dê dawiya rejîma cellad û cinayetkar a siyonîstî û jinavbirina vê ofeya kanserê ji bedena cîhana Îsalmê bizûtirkê cih were.

Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha ji hemî gelê Îranê xwest ku bila bi awayekî bicoş û hevgirtî li xwenîşandana li dijî emerîkî-siyonîstî ya îro piştî nimêja îniyê li seranserê welêt beşdariyê bikin.

Xwenîaşndana li dijî emerîkî-siyonîstî li berteka li hember gotinên Donald trump serokkomarê Emerîkayê li ragahndina bajarê Qudsê weke paytexta Rejîam Îsarîlê, îro piştî nimêja îniyê li seranserê Îranê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu