ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî plandarêjê bûyerê Ehwazê kuştin

Navenda pêwendiyên giştî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî qala kuştina Ebu Zuha, plandarêjê sereke yê bûyera têrorîstî ya vê dawiyê li bajarê Ehwazê li başûrê rojavaya Îranê, di encama operasiyona nişkêvayî ya hêzên Berxwedanê li parêzgeha Diyaleya Iraqê kir.

Li gorî rapora Navenda pêwendiyên giştî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Li operasiyona naskirin û nişkêvayî ya hêzên Berxwedanê ku sibeha roja Sêşemiyê li parêzgeha Diyakleya Irqê li rojhilata vî welatî pêk hat, Ebu Zuha, plandarêjê sereke yê bûyera têrorîstî ya vê dawiyê li bajarê Ehwazê li başûrê rojavaya Îranê hevrê digel çar têrorîstên din hat kuştin.

Li êrîşa têrorîstî ya 22ê Îlona 2018an di dema rêûrisma sandîtinê ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Ehwazê li başûrê rojavaya Îranê, têrorîstan ji nav parkekê li nêzikî vê rêûrismê bi gulleyan êrîşî ser temaşevanan kirin. Di encama vê êrîşê da 25 kes şehîd û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu