İslami Davet Kurdi Bange İslami

Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê li kêlega gelên navçê li hemberî terorîzmê rawestaye

Hesen Ruhanî serokkomarê îranê şeva înî şev li gotûbêjekî zindî yê Telivîzyonî libersiva siyasetên dijî Îranê yên Donald Trump serokkomarê Amerîka , bal kişande ser dîroka xwetêkeliya Amerîka li karûbarên Îranê û got: Gelê Îranê ji wan netewan nîne ku bixwaze pê gotinên neberaqil û tijî kerb ûkîn li hemberî dîktatorekê teslîm bibe û gelê mezine Îranê heta niha li hemberî tu hêzxurtek teslîm nebûye û teslîm nabe.

Hesen Ruhanî destnîşan kir: Gotinên Trump nîşan da ku rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 qahîmtir ji vê yekê ye ku wî li dewrana teblîqata serokkomariya xwe hema hizr dikir ku ew bi rehetî dikare ji nav vê rêketinê hilweşe û roja Îro Amerîka li bara rêketina navokî û pîlanên dijî Îranê bitenê ye.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir: Gotinên Trump îspat kir ku roja îro Amerîka rastî çi aloziyekî mezin li ser rastiyên dîrokî, nijyarên hiqûqî û navnetewî hatiye û tev hevpeymanên xwe yên ewrûpî jî li van babetan pirsgirêkên zav heye.

Ruhanî bal kişande ser qahîmbûna qudreta berevaniya Îranê li hemberî dijminan û destnîşan kir: Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê li kêlega gelên navçê li hemberî terorîzmê rawestaye.

Wî got: Komara îslamî ya Îranê bi hêz û qawet li navçê li hemberî terorîzmê rawestaye her ew terorîzma ku Trump bi xwe li gotinên xwe yên teblîqatî yên sala pare ragihand ku DAIŞ dewleta Amerîka pêk aniye.

Koşka Sipî, duh îniyê piştî helahelaya mêdyayî ya çend hefteyî, naveroka stratêjiya nû ya dewleta Amerîkayê ya jibo sekinîna li hember Komara Îslamiya Îranê weşand.

Trump serokkomarê Amerîka li gotinên neberaqil û tijî kerb û kîn dijî Îranê , carek din Têhran tawanbar kir ku Rohê rêketinê îcra nekiriye.

Wî got: Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketina herî nebaş di dîroka Amerîka ye û her wextekî ku ew bixwaze ji nav vê rêketinê derdikeve.

Ev îdiaya Amerîkayê li halekî ye ku Amerîka û hevgirtiyên wê yên ereb û rojavayî, li gorî rapor û belgeyên heyî, piştgirên herî cidî yên pêkhatin û xurtkirina komên terorîst ên wek DAIŞ`ê bi taybet li Sûriyê tên hesêb.

Komara Îslamiya Îranê hertim bi redkirina van îdiayên dubarekirî û bêbingeh ên Amerîkayê, pêgîrî kiriye ku li hember sênaryoyên dijî îranî yên Waşîngtonê, bijareyên wê yên curbicur hene ku wê li gorî rewşê wan bi kar bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version